‘WURZE’


SERDAR


Hozan Serdar ku yek ji hunermendên ‘zazakîbêj’ e, bi salan e ku hewla muzîka kurdî dide. Di albûma bi navê ‘Wurze’ de, 9 stran hene. Gotin û muzîka piraniya stranan ji hêla Serdar bixwe ve hatine çêkirin. Strana ‘Wurze’, ji hêla Serdar ve ji Hunermendê Dêrsimî Silo Qiz hatiye wergirtin ango çavkaniya stranê Silo Qiz e. Serdar ew berhev kiriye û muzîkeke xweþ jê re amade kiriye.

Ji bilî Wurze, stranên din ku di berhemê de cih girtine ev in; Mêrxas, Setero, Wuþenê mi rindo, Gewrê, Sirê zerê mordemi, Haq bela xo to do, pitê mi û Emîna. Tevahiya stranan bi zaravayê zazakî (kirmançkî) hatine vegotin.

Albûm li Tirkiyeyê ji hêla Kom Muzîkê ve; li Almanyayê ji hêla Mîr muzîkê ve hatiye derxistin.

Orkestrayek ligel Serdar di amadekirina vê berhemê de kar kiriye. Emmanuel Stanley, Klaus Bitner, Feri Farisi, Sinan Acar, Yasîn Boyraz û Ertan Tekîn di vê orkestrayê de bi lêxistin û bikaranînan enstrûmentalan cih girtine.


(Salihê Kevirbirî)

 
WURZE
Kom Müzik 2007
KASET-CD
Stüdyo
 
Albümdeki Þarkýlar
Wurze  
Mêrxas  
Setero  
Sirê zerê mordemi  
Gewrê  
Wuþene mi rindo  
Haq bela xo todo  
Phitê mý  
Emina